28 sal li ser komkujiya Dêzu ku PKK’ê 16 Kurd tê de şehîd kiribûn derbas bûn

28 sal li ser komkujiya Dêzu ku PKK’ê 16 Kurd tê de şehîd kiribûn derbas bûn

Komkujiya gundê Dêzu ji bo siyaseta PKK’ê ya li hember xelkê Başûrê Kurdistanê di salên 90an de wekî mînakekê ye. Di şeva 21-22 Cotmeha sala 1997an de, komek ji çekdarên PKK’ê êrîşî gundê Dêzu kirin, 28 sal li ser vê êrîşî derbas dibin, gundê Dêzu girêdayî navçeya Mêrgesor û nahiya Şêrwana mezin bû, berî 28 salan êrîşeka bê wîjdanî li ser wan hat kirin û PKK’eyên ku êrîşî gund kiribûn ji du malbatan 16 kes şehîd kirin, di nava şehîdan de jin, zarok, genc û êxtiyar hebûn yek ji wan jinan ducanî bû. Şeş zarokên ji malbatekî jî ku temenê wan di navbera 1-12 salan bûn hatin şehîdkirin. Çekdarên PKK’ê bombayek avêt nav dergoşên zarokan de û piştî komkujiyê jî neskinîn û agir li cesedên wan berda.

Dema ev gotin û ev şîrove tê kirin, hinek derdor dibêjin ku “ev tiştekî ji rastiyê dûr e, ev propagandaya dewleta Tirk e”. Helbokî komkujiya gundê Dêzu rastiyeke û hêjan jî şahidên wan bûyeran dijîn û her sal ew diçin gorîstanê li ser mezarê wan şehîdan û ji boy şehîdên xwe digirîn. Li gundê Dêzuyê zarokên kurdan yên hejar bi destê kurdan hatin kuştin. Ew kesê ku di sala 1987-1988an ji enfalên Sedam rizgar bûbûn, piştî 10 salan bi destê PKK’ê hatin enfalkirin. Ev ne bûyereke takane bû, eve mînakeke siyaseta PKK’ê ya di salên 90an de li hember Başûrê Kurdistanê ye.

Di salên 90an de PKK’ê û artêşa Tirk şer bi awayekî hevbeş anîn Heftanînê, Behdînan, Barzan û Xaxurkê. PKK’ê xwest di wan qadên stratejîk yên blind de siyaseta bê miroviyê bimeşîne û vê derê bike sengerê şer. Bi vî awayî xwestin xelk neçarî feqîrî, bê erdî û bêkariyê bibin, ku aloziyekî civakî û aborî li başûrê Kurdistanê serhilbide. Ji ber egerê vê siyasetê di salên 1990an de kurdên ku ji ber rejîma Sedam erdê xwe çol kiribûn, nekarîn vegerin ser erdê xwe.

Gundê Dêzu jî bû qurbaniyê heman siyasetê, di sala 1997an de dewleta Tirk di serî de Zap û Avaşîn, gelek sengerên PKK’ê ji wan stendin. Li hember vê binkeftinê fermandarên PKK’ê ji boy motîvekirina kadroyên xwe dest bi êrîş kirine ser gundên Başûr kir, dema komkujiya gundê Dêzu çêbû, fermandarên PKK’ê digotin ev tola şehîdên me yên Avaşîn in. Kadroyên PKK’ê li Avaşîn bi destê leşkerên Tirk hatin kuştin û nîştecîhên gundê Dêzu ne li dûr û ne jî li nêzîk ve çi girêdan bi vê mijarê ve nebû, gelo maqûle biçûkekî 1 salî û kurd ji boy toleyê bi destê kurdan bê kuştin? Ev ne tolhildan bû, ev kurd kujî bû.

Dema ev komkujî hat çêkirin, Cemîl Bayik berpirsê Biryargeha ARGK ê bû, Duran Kalkan rêveberê vê qadê bû ya jê re dihat gotin Zagros, yê ku rasterast ev komkujî organîze kir û fîşk avêtin fermandarekî PKK’ê yê ku hêjan jî dijît anku Amed Melazgirt bû, dibe ku navê Amed Melazgirt ji we re xerîb neyê û we bihîstibe, ji ber ku ev ana li ser medyaya PKK’ê zû bi zû derdikeve û behsa mafê mirovan û demokrasiyê dike, lê belê behsa kuştina zarokên yek salî nake, û mijareke din ya balkêş jî eve ku Amed Melazgirt dema kongreya PKK’ê de axaftinek kir ku her kes matmayî ma. Amed got, ” li gor min eger Kurdistanek çêbibe û rêber Apo tê de nebe, ew Kurdistan nebe baştire”. Ev Amed Melazgirt ku bi vî awa behsa Ocalan dike, fermana kuştina zarokan dabû, ev bîranîn heqîqetekî pir girîng diyar dike, gundê Dêzu û gundê Mîroz û bi dehan gundên din li ber vê siyaseta PKK’ê ketin û vala bûn û heta roja me ya îro bi şêwazên cuda cuda berdewame û PKK’e heta niha bihêle rexnedayîna van bûyeran, xwe mafdar dibîne û heman eqilyet jî hêjan berdewame.

Yê ku dîroka xwe ji bîr dikin, roja xwe û pêşeroja xwe jî nabînin, ji ber vê yekê nabe em karesata gundê Dêzu ji bîr bikin û bidin jibîrkirin jî, gundê Dêzu ne teferuate, belku heqîqeta siyaseta PKK’ê ye, ji ber vê yekê emê bi rehmet û bi rûmet wan şehîdan bibîr bînin û kesên ev komkujî pêk anîn lenet dikîn û em vê bûyerê qet ji bîr nakin.