Li Sûriyeyê ji ber salvegera nemana rejîma Esed aheng tên kirin

Li Sûriyeyê ji ber salvegera nemana rejîma Esed aheng tên kirin

Li seranserê Sûriyeyê ahengên girseyî ji bo salvegera yekê ya nemana rejîma Esed tên lidarxistin, lê li Rojavayê Kurdistanê Rêveberiya Xweser a Bakurê Rojhilatê Sûriyeyê hemî çalakiyên bi vê helkeftê qedexe kirine.

Îro (Duşem, 8ê Berçileya 2025ê) salvegera yekê ya nemana rejîma Esed e û Sûriyeyî ahengên xweşiyê dikin. Ev jî di demekê de ye ku, hikûmeta nû ya Sûriyeyê, bi serokatiya Ehmed Şera, bizavê dike ku encam û bandorên şerê navxweyî yê 13 salan ji holê rake û pêşiyê li parvebûna Sûriyeyê bigire.

Tevî derbazbûna salekê di ser guhertina desthilatdariyê re, lê hikûmeta nû ya Sûriyeyê rûbirûyî gelek pirsgirêkên ewlehî û siyasî bûye, wekî berdewambûna duberekiyên neteweyî, li bakurê rojhilatê Sûriyeyê HSD û hêzên Kurdî bi Şamê re û li başûrê Sûriyeyê jî daxwaza pêkhateya Durziyan ji bo wergirtina mafê xwebirêvebirinê.

Ji bilî şer û duberekiyên pêkhateyên neteweyî, duberekiyên mezhebî, xasma jî Elewiyan, astengiyeka din e li pêşiya aramiya Sûriyeyê, gelek awareyên çend salên şerê navxweyî jî heta niha venegeriyane malên xwe.

Lê li Rojavayê Kurdistanê, Rêveberiya Xweser hemî kombûnên girseyî û kirina ahengan bi helkefta salvegera nemana rejîma Esed qedexe kirine, bi hinceta zêdebûna tevgera “şaneyên terorîst” ku mimkin e vê helkeftê ji bo kiryar û êrîşên terorîstî bi kar bînin.

Nemana rejîma Esed û guhertina desthilatdariyê li Şamê bi serokatiya Ehmed Şera hejmona siyasî ya derve ya Sûriyeya nû bi awayekî bingehîn guhert, di nav de dawî li hejmona Îranê anî û desthilata leşkerî û siyasî ya berfireh a Rûsyayê jî heta radeya nemanê kêm kir. Berevajî jî, hejmona Tirkiye, Amerîka û welatên kendavî dest pê kir.

Piştî salekê ji guhertina desthilatdarî û pergala siyasî li Sûriyeyê, hikûmeta Şera tenê kariye hin ji ceza û dorpêçên ku ji hêla welatên rojavayî ve li ser Şamê hatine sepandin sivik bike.