Serokwezîr Mesrûr Barzanî û hevtayê xwe yê Iraqî Alî Zeydî li Bexdayê civiyan

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, li paytexta Iraqê Bexdayê, ji aliyê Serokwezîrê Iraqê Alî Zeydî ve hat pêşwazîkirin. Her du serokwezîran li Koşka Serokatiya Hikûmetê civîneke giring pêk anîn û li ser têkiliyên Hewlêr û Bexdayê gotûbêj kirin.
Li gorî zanyariyên ku ji çavkaniyên agahdar hatine girtin, di hevdîtinê de Serokwezîr Mesrûr Barzanî bi tundî tekezî li ser dabînkirina mafên destûrî yên Herêma Kurdistanê kir. Barzanî diyar kir ku Herêma Kurdistanê hemû erkên xwe yên li hember hikûmeta federal a Bexdayê bi cih anîne, ji ber wê yekê jî mafê gelê Kurdistanê ye ku şayesteyên xwe yên darayî û destûrî bêyî tu astengiyan wergire.
Di berdewamiya civînê de, pirsên sereke û nakokiyên di navbera her du hikûmetan de bi hûrgulî hatin nirxandin. Di vê çarçoveyê de, proseya temamkirina kabîneya hikûmeta Alî Zeydî bû mijareke giring a rojevê. Hat destnîşankirin ku ji ber nebûna lihevhatina siyasî, hîn 9 wezîrên kabîneya nû dengê baweriyê ji Parlamentoya Iraqê wernegirtine û ev yek astengiyê di xebatên hikûmetê de çêdike.
Hat ragihandin ku ev serdana fermî ya Serokwezîrê Herêma Kurdistanê ya ji bo Bexdayê wê du rojan berdewam bike. Mesrûr Barzanî di dema mayîna xwe de, bi serkirde, serokên partiyan û berpirsên payebilind ên Iraqê re rêzeçivînên giring pêk tîne.
Di roja yekem a serdanê de, biryare Serokwezîr bi kesayetiyên diyar ên wekî Heybet Helbûsî, Serokê Encûmena Bilind a Dadwerî Fayeq Zêdan, Musenna Sameraî, Mihemmed Helbûsî, Hadî Amirî, Heyder Ebadî, Falih Feyaz û Ehmed Esedî re bicive. Di van hevdîtinan de asoyên çareserkirina qeyranên navxweyî wê werin gotûbêjkirin.
Di roja duyem a bernameya serdanê de jî, biryar e Mesrûr Barzanî bi siyasetmedar û berpirsên wekî Xemîs Xencer, Qasim Arecî, Mihemed Şiya Sûdanî, Nûrî Malikî, Qeys Xezelî, Adil Ebdulmehdî, Humam Hemûdî, Esed Îdanî û Eyad Elawî re bicive.
Çavdêrên siyasî destnîşan dikin ku ji bilî pirsgirêkên navxweyî yên wekî budçe û neftê, di civînan de rewşa herêmê û geşedanên dawî yên siyasî yên Rojhilata Navîn jî tên nirxandin. Ev gava Hewlêrê wekî nîşaneya “niyazpakiyê” ya Herêma Kurdistanê tê pênasekirin ku dixwaze hemû kêşeyan li ser bingeha destûra Iraqê û bi rêya diyalogeke aştîyane çareser bike.