Mesrûr Barzanî: Zêdetirî hezar êrîşên bi dron û mûşekan li ser Herêma Kurdistanê hatine kirin

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di daxuyaniyekê de ji bo kanala Al Jazeerayê ragihand ku Herêma Kurdistanê rasterast ji aliyê Îranê ve yan jî ji hundirê Iraqê bi rêya grûpên çekdar rûbirûyî zêdetirî hezar êrîşên mûşekî û dronan bûye. Barzanî tekez kir ku ew nakevin nav ti hevrikiyeke herêmî û karê wan ê pêşîn parastina aramiya Herêma Kurdistanê ye.
Serokwezîr Barzanî bal kişand ser hewldanên Bexdayê yên ji bo sepandina desthilata hiqûqê û piştgiriya tam a Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo kontrolkirina çekan di destê hêzên fermî yên dewletê de anî ziman. Barzanî destnîşan kir ku ti aliyekî zext li ser wan nekiriye ku tevlî şer bibin û wan siyaseteke hevseng ji bo dûrxistina Herêmê ji aloziyan meşandiye.
Di berdewamiya daxuyaniya xwe de, Serokwezîr Mesrûr Barzanî îdiayên derbarê hebûna peywendiyan bi Îsraîlê re bi tundî red kirin û bi bîr xist ku birêvebirina siyaseta derve di bin desthilata hikûmeta federal a Iraqê de ye. Barzanî herwiha tekez kir ku ev 10 sal in ti hêzên leşkerî yên Amerîkayê li binkeya asmanî ya Herîrê nînin.
Derbarê peywendiyên dîplomatîk ên bi welatên cîran re, Barzanî diyar kir ku têkiliyên wan ên bi Sûriyeyê re ber bi pêş ve diçin û peywendiyên bi Tirkiyeyê re jî di asteke “pir baş” de ne. Hat destnîşankirin ku Hewlêr dixwaze peywendiyên xwe yên aborî û siyasî yên bi cîranên xwe re li ser bingeha rêzgirtina hevdu pêş bixe.
Bajarê Hewlêrê û binkeyên li Herêma Kurdistanê berê çendîn caran ji aliyê Supaya Pasdaran a Îranê û grûpên çekdar ve bi hincetên hebûna binkeyên Îsraîlê yan hêzên Amerîkî dihatin armancgirtin; lê belê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ev tohmet berdewam red kirine û ji civaka navdewletî daxwaza lêkolînên bêalî kiriye.