Di doza ku bi navê “Ezîz Îhsan Aktaş” dihat meşandin de, dadgeheke Tirkiyeyê cezayê girtîgehê yê giran li Serokê Şaredariya Beşiktaşê Riza Akpolat birî. Li gorî biryara dadgehê, ji ber tohmetên wergirtina bertîlê û gendeliya di îhaleyan de, bi tevahî 21 sal, 23 meh û 37 roj cezayê girtîgehê li Akpolat hate birîn. Di heman demê de dadgehê dest danî ser hemû mal û milkên wî yên li herêma Çorluyê.
Li gorî hûrgiliyên ku ji dosyaya dadgehê hatine wergirtin, Akpolat ji bo her du tohmetên cuda yên wergirtina bertîlê bi 6 sal û 3 meh cezayê girtîgehê hate cezakirin. Ligel zêdekirina cezayên din ên têkildarî binpêkirina rêgezên îhaleyê û gendeliyê, maweyê giştî yê cezayî gihîşt zêdetirî 23 salan. Lê belê dadgehê Akpolat ji tohmeta “endambûna rêxistinê” beraat kir. Hate ragihandin ku navborî dê di girtîgehê de bimîne û tedbîra li ser milkên wî jî berdewam bike.
Serokê Şaredariya Beşiktaşê Riza Akpolat ku ji Partiya Gel a Komarî (CHP) ye û ev şeş sal in rêveberiya vê navçeya stratejîk a Estanbûlê dike, biryara dadgehê bi tundî red kir. Akpolat dozê wekî “buhtaneke siyasî” bi nav kir û di daxuyaniya xwe de got: “Min ti tawanek nekiriye ku bibe sedema serşoriya zarok, malbat û gelê Beşiktaşê. Em ê bi hevalên xwe re vê sîstema ku li ser bingeha buhtanan hatiye avakirin, ji reh û rîşalan ve hilkin.”