Berdevkê AK Partiyê Omer Çelîk derbarê pêşhatên dawî yên li Sûriyeyê û biryara fesixkirina Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) de daxuyaniyeke girîng da. Çelîk destnîşan kir ku bi fesixkirina HSDyê re ji bo xurtkirina yekrêzî û yekparçeyiya navxwe ya Sûriyeyê qonaxeke gelekî girîng hatiye derbaskirin û tekez kir ku ew piştgiriya serwerî û paşeroja yekgirtî ya wî welatî dikin.
Omer Çelîk li ser hesabê xwe yê tora civakî ragihand ku Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan di serdemên herî dijwar de ji bo parastina miletê Sûriyeyê ya li dijî teror û êrişên emperyalîst têkoşîneke mezin daye. Çelîk bal kişand li ser nexşerêya nû û diyar kir ku gavên giştgir ên birêvebiriya Şamê dihêlin Sûriye ji tarîtiyê rizgar bibe û ber bi paşerojeke saxlem ve bimeşe.
Wekî din, Berdevkê AK Partiyê destnîşan kir ku armancên wan ên “Tirkiyeya Bêteror” û “Herêma Bêteror” planên parçekirina herêmê pûç dikin û ev îrade ji bo gelê Kurd ê li herêmê jî nîşaneya paşerojeke ronî ye.
Ev daxuyanî piştî wê yekê hat ku Fermandarê Giştî yê HSDyê Mezlûm Ebdî li Şamê ragihandibû ku HSD wekî hêzeke leşkerî ya serbixwe hatiye fesixkirin û tevlî artêşa Sûriyeyê bûye.