Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan ragihand ku biryara hilweşandina Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û têkelkirina wan, dê bibe destpêka serdemeke nû bo avakirina aramiya domdar li seranserê herêmê. Erdogan teqez kir ku divê serdema çek, tundûtîjî û terorê bi yekcarî bi dawî bibe.
Erdogan di dema vegera xwe ya ji lûtkeya Rêxistina Hevkariyê ya Şanghayê (SCO) ku li Qirxizistanê hatibû lihevxistin de, ji rojnamevanan re axivî û pêşwazî li biryara hilweşandina HSDê kir. Serokkomarê Tirkiyeyê diyar kir ku saziyên pêwendîdar ên welatê wî ligel aliyê Sûriyeyî li ser xêza sînorî bi hûrî çavdêriya pêvajoya bicihanîna vê biryarê dikin.
Di berdewamiya axaftina xwe de, Erdogan anî ziman ku Waşintonê êdî bi rastiya rewşa li Sûriyeyê gihiştiye. Wî banga hevkariyê li hemû welatên cîran û dost kir ku di proseya ji nû ve avakirina Sûriyeyê de bibin alîkar, da ku rê li ber alozî û têkdana aştiya navxweyî ya wî welatî bête girtin.
Derbarê geşedanên siyasî û proseya aştiyê ya li Tirkiyeyê de, Erdogan ronî kir ku prose pêngav bi pêngav ber bi pêş ve diçe. Wî diyar kir ku ji ber xusûsiyeta mijarê nabe ku bernameyeke demkî ya sînordar jê re bête danîn, lê teqez kir ku nexşerêya dewletê ya zelal heye û komîsyona şopandinê bi serokatiya Cîgirê Serokkomar Cevdet Yılmaz dest bi karên xwe yên fermî kiriye.
Serokkomarê Tirkiyeyê destnîşan kir ku mercê sereke bo bicihanîna çarçoveya qanûnî ew e ku aliyê beramber bi awayekî kiryarî çekan deyne û xwe hilweşîne. Erdogan hişyarî da ku proseyeke bi vî rengî nabe ku zêde bête derengxistin, da ku nekeve bin bandor û zirarên hewldanên têkderane.
Di beşeke din a gotinên xwe de, Erdogan bal kişand ser girîngiya bihêzkirina “eniya navxweyî” û got ku ev pêngav ne bi wateya guhnedana cudahiyan e, belkî yekgirtina civakê ye di çarçoveya “Lihevkirina Mezin a Tirkiyeyê” de. Serokkomarê Tirkiyeyê her wiha hişyarî da her cûre gotarên tund ên siyasî ku zerarê didin yekrêzî û biratiya civakî, û diyar kir ku civak hişyar e û nakeve tora teşwîqên bi vî rengî.