Duran Kalkan: PKKê stratejiya xwe guhertiye û dixwaze siyaseta demokratîk bi pêş bixe

Duran Kalkan: PKKê stratejiya xwe guhertiye û dixwaze siyaseta demokratîk bi pêş bixe

Endamê Akademiya Zanistên Civakî ya Abdullah Ocalan, Duran Kalkan di bernameyeke taybet a televîzyona Medya Haberê de nirxandinên girîng li ser pêvajoya siyasî ya li Tirkiyeyê, rewşa Rojavayê Kurdistanê û geşedanên li Rojhilata Navîn kir. Kalkan destnîşan kir ku ji bo bipêşvebirina Pêvajoya Aştiyê û Civaka Demokratîk, divê dewlet nêzîkatiya xwe ya kevn biguherîne û gavên rewa yên siyasî û qanûnî bavêje.

Duran Kalkan bal kişand ser “Yasaya Çarçoveyê” ku berî 40 rojan hatibû derxistin û diyar kir ku tevî ku vê yasayê di destpêkê de hêviyeke mezin çêkiribû jî, heta niha ji aliyê dewletê ve ti gavên berbiçav nehatine avêtin. Kalkan got: “Yasa hema hema ji bo ku neyê bikaranîn hatiye derxistin.” Wî anî ziman ku sînordarkirina pêvajoyê ya tenê bi mijara “bêçekirinê” re dê bibe sedema xitimandina rêyên çareseriyê û tekez kir ku PKKê stratejiya xwe guhertiye û dixwaze siyaseta demokratîk bi pêş bixe.

Kalkan destnîşan kir ku çareseriya bingehîn a pirsgirêka Kurd di nav pergala siyasî de mimkun e, bi mercê ku Kurd bi nasname, ziman û çanda xwe werin pejirandin. Wî tekez kir ku “dermanê yekane” yê ji bo paşeroja welat, demokratîkbûna Tirkiyeyê ye ku ew jî li ser bingeha azadiya gelê Kurd ava dibe.

Di beşeke din a axaftina xwe de, Kalkan bal kişand ser rûdanên dawî yên li Rojavayê Kurdistanê, û Kuştina şervanê Kurd Sîpan Hiznî û piştre şandina hêzên leşkerî ji Helebê ber bi Kobaniyê ve wekî “provokasyoneke pir metirsîdar” pênase kir û berteka gelê Kobaniyê jî wekî mafekî rewa û demokratîk nirxand.

Kalkan redkirina perwerdeya bi kurdî şermezar kir û anî ziman ku naskirin û parastina mafê xwendina bi zimanê dayikê mercê sereke yê îradeya civakî ye.

Li ser rewşa Îran û Rojhilatê Kurdistanê jî Kalkan diyar kir ku statûkoya kevnar a li Îranê nema dikare bimeşe û çareseriya dawî tenê bi riya azadiya civakî û demokrasiyê pêkan e.