Mesrûr Barzanî: Vekişîna Amerîkayê di demeke hestiyar de ye

Masrour-Barzani-US-Forec-net

Ofîsa Serokwezîrê Herêma Kurdistanê derbarê nûçeyeke rojnameya Financial Timesê ya Brîtanî de daxuyaniyek belav kir.

Ofîsê diyar kir ku rojnamegerê Financial Timesê daxuyaniyên Mesrûr Barzanî wekî xwe nedane û nêrînên xwe tevlî nûçeyê kirine.

Rojnameya Financial Timesê ya Brîtanî îro raporek belav kir û tê de cih da hinek daxuyaniyên Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî.

Ofîsa Ragihandinê ya Serokwezîr ragihand, “Mixabin nivîskarê raporê, gotinên Serokwezîr wekî xwe belav nekirine, belkî zêdetir nêrîn û şîroveyên wî bi xwe ne, ne tamamiya axaftinên Serokwezîr.”

Daxuyaniyên rastîn ên Serokwezîr

Li gorî daxuyaniya Ofîsê, daxuyaniyên herî girîng ên Mesrûr Barzanî yên ji bo rojnameya Brîtanî ev in:

– Vekişîna hêzên Amerîkayê û Hevpeymaniyê ya ji Îraqê di demeke hestiyar de ye.

– Herêma Kurdistanê zêdetirî hezar carî rûbirûyî êrişên mûşekî û dronan bûye.

– Hiştina Herêma Kurdistanê bêyî dabînkirina ti pergala parastinê, cihê dilgiraniyê ye.

– Berdewambûna nearamiya rewşa ewlehiyê ya Îraqê, gef e li ser pergala federal.

Pêwendiyên bi Îran û Amerîkayê re

Mesrûr Barzanî di daxuyaniyên xwe de behsa pêwendiyên bi Amerîka û cîranan re jî kir û got:

“Em dost û hevpeymanên Amerîkayê ne lê di heman demê de em dixwazin pêwendiyeke me ya baş bi hemû cîranên me re hebe ku Îran jî di nav de ye.”

Mesrûr Barzanî her wiha tekez kir ku pêwendî û guftûgoyên wan ên berdewam bi berpirsên Komara Îslamî ya Îranê re hene.

Wî ducare kiriye ku Herêma Kurdistanê ti carî ne beşek e ji şer û nakokiyan û ne cihê gefê ye ji bo ti aliyî.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî li ser hebûna hêzên mixalefeta Îranê, diyar kiriye ku ew hêz bi salan e li Îraq û Herêma Kurdistanê ne û ev yek vedigere serdema rejîma berê ya Sedam Huseyîn.

Piştgiriya ji bo Serokwezîrê Îraqê

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê destnîşan kiriye ku ew piştgiriyê didin Serokwezîrê Federal Elî Zeydî di rûbirûbûna gendeliyê, bêçekkirina milîsan û çareserkirina pirsgirêkên Herêma Kurdistanê û Bexdayê yên li ser bingeha destûrê de.

Her wiha hatiye gotin ku ew amade ne ji bo zêdekirina dahata giştî û rûbirûbûna astengî û pirsgirêkên curbicur her hevkariyekê bi hikûmeta federal re bikin.

Mesrûr Barzanî li ser rewşa navxwe ya Herêma Kurdistanê jî da zanîn ku hewl û guftûgoyên aktîvkirina Parlamentoya Kurdistanê û pêkanîna kabîneya nû ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê didomin.