Xwîna ciwanên Kurdan li çi demekê wateya xwe li cem PKKê tune bû, PKKê bi tevahîya dîroka xwe û şerê xwe yê saxte keç û xurtên Kurdan weke amûrekî bikaranîne û gava ku pêwîst dibû di avêtin ber rehma djiminê hov.
Rêxistina PKKeya hilweşyayî duh roja çarşemî 21 Cotmeha 2026ê nasnameyên pêtirî 170 çekdarên xwe ragihandin ku di sal û mehên berê de jiyana xwe ji dest da ne û mirina wan veşartî hiştibû.
Murat Karayilan ev yêk îlan kir û got: “agahî dereng di gîhîştin me, loma jî me nikarî bû navên wan di dema xwe de îlan bikin”!.
PKKê ev ciwan xapandin, berê wan da mirinê û îro hatîye di pesnê wan de dibêje: “ew mlîtanên me yên Apoyî bûn, fedayê Apo bin”!.
Di merasîma bîranîna wan de jî PKKê wêneya Abdulla Ocalan rêberê xwe yê teslîmbûyî xistiye nava wêneyên şehîdan de her weke Ocalan şer kirîye, xwîn da ye û şehîd ketîye!!
Ocalan bi tevahîya jiyana xwe yêk fîşek jî bi rûyê djimin de neteqandiye, ew çiyayên Kurdistanê nas nake, ev agahî bi fermî ji hêla Besê Hozat hevseroka PKKe\KCKe ya hilweşiyayî ve hat gotin, lê PKKe hêjan jî hewl dide teslîmîyeta Ocalan û tirsinokîya wî bi danîna wêneya wî di nava wêneyên şehîdan de veşêre.
Divê wêneya Ocalan li kêleka wêneyên xaîn û bikujên zarokên Kurdan were danîn
Ew der qet layîqî wêneya Apo nîne, divê wêneya Xapo yê kurrê Uveyşê li kêleka wêneyên xaîn û bikujên zarokên Kurdan were danîn. Divê wêneyên Apo li wê vêlayê werin danîn ya ku dewleta Tirk pêş kuştina wan ciwanan ve, pêş firotina doza Kurdan ve bi diyarî pêşkêşî wî kirî.
Bi dirêjahîya dîroka Kurdan çi dewletên dagîrker, çi djimnekî Kurdan û çi partî û tevgerekê bi qasî PKKê û rêberê wê Abdulla Ocalan Kurd nexapandine, keç û xurtên Kurdan nekuştine û Kurdistan nefrotine.
Rêxistina PKKê ji destpêka şerê xwe yê çekdarî ve pêtirî 50 hezar Gerîla û Şervan ji zarok û keç û xurtên Kurdan dane kuştin, li dawiyê jî got: “Kurdistan, neteweya Kurd û dewleta Kurdî ti wateya xwe nîne, çareserî Entegrasyon e û heliyana di nava dewletên dagirker de ye”.
Ocalan 50 hezar ciwanên Kurdan dane kuştin û piştî 43 salan derket û bi du axaftinan tevger xwe ya Xapoçî û dije Kurd hilweşand, wî qet ti daxwaziyek bo Kurdan, bo malbatên şehîdan bo zarokên Kurdan nekir, wî bi rûqaymî ve got: “armanca min çi carekê Kurdistan nebûye, ez dixwazim komara Tirkiyeyê bihêz be, Ocalan ev hemû nehametî anîn serê Kurdan bi yêk axaftinê jî daxwaza lêborînê ji dayikên şehîdan nekir”.