Helbûsî îro tê Hewlêrê û sibe tê Dihokê

Serokê perlemena Iraqê, îro serdana Hewlêrê paytexta herêma kurdistanê dike, sibe roja pêncişemî wê were parêzgehîya Dihokê.

Mihemed Helbûsî, serokê perlemena Iraqê, îro wê serdana Hewlêrê bike û digel Mes’ûd Barzanî, serokê parta demokrat a kurdistanê hevdîtnê pêkbîne.

Tê pêşbînî kirin, sibe roja pêncişemî, Mihemed Helbûsî serdana parêzgehîya Dihokê bike û li wê derê hevdîtnê li gel Mesrûr Barzanî, serok wezîrê herêma kurdistanê pêkbîne.

Hîna niha eşkere nebûye ku serokê perlemena Iraqê, wê çi melefekê li gel rayedarên herêma kurdistanê muzakere bke.