PKKeya hilweşiyayî gera heştemîn ya navên gerîlayên Rojhilata Kurdistanê aşkere kir, yên ku 20 salan berê hatine kuştinê û rêxistinê mirina wan veşartî hiştî.
Îro roja duşemî 23 mijdara 2026an, PKKê nasnameya 11 ciwanên din yên Xoyê ya Rojhilata Kurdistanê aşkere kirin ku ew jî 20 salan berê canê xwe ji dest da ne û PKKê mirina wan veşartî hiştibû.
Ev ciwan di navbera salên 2006 û 2022ê li herêmên Gare, Metînayê, Xakurkê û Qendîlê, her wiha li Çîlo û Geverê ketine ber êrîşên dewleta Tirk û canê xwe ji dest da ne.
Navên wan wisaye:
Abdulla Mistefa.
Muhsin Mihemed Emin.
Reşîd Riza.
Behruz Cefer.
Esmer Bişar.
Resûl Şewket.
Serhed Şapur.
Nasir Eyub.
Seîd Hisên.
Aylîn Hisên.
Eli Hisên.
PKKê nasnameya van ciwanan îlan kir û di pesnê wan de gotîye ew mlîtanên me yên apoyî bûn, xwe fedayê Apo kirin.
Ev gera heştemîn ya nasnameyên şervanên Rojhilata Kurdistanê ye ku PKKeya hilweşiyayî di vê mehê de îfşa dike piranî jê yên 15 salên rabûrî ne.
Murad Karayilan rêveberê PKKê derbarê dereng îlankirina navên şehîdan gotibû: agahî dereng gihîştin me, şer gran bû, haya me nebû ku hevalên me wendane!!.