Hêzên Parastina Gel (HPG) balê çekdarî ê PKKê, nasnameyên 5 endamên xwe yên ji Rojhilatê Kurdistanê eşkere kirin ku di salên cuda de li Başûr, Bakur û Rojhilatê Kurdistanê canê xwe ji dest dane.
Li gorî daxuyaniya ku îro hatiye belavkirin, li gel agahiyên kesane yên van 5 endaman, dîrokên tevlîbûna wan û cih û demên jiyanjidestdana wan jî bi raya giştî re hatine parvekirin. Ev eşkerekirin di demekê de tê ku Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) li gorî biryara kongreya xwe ya Gulana 2025an, xwefesixkirin û danîna çekan ragihandibû.
Agahiyên nasnameya wan 5 endaman li gorî daxuyaniyê wiha ne:
Çalak Ciwanro (Ferît Şerîfî): Li Ciwanroyê ji dayîk bûye û roja 7ê Çiriya Paşîna 2018an li Bakurê Kurdistanê canê xwe ji dest daye.
Simko Dalaho (Behruz Weysî): Li Kirmaşanê ji dayîk bûye û roja 25ê Gulana 2017an li Rojhilatê Kurdistanê canê xwe ji dest daye.
Masîro Dalaho (Îhsan Sadiqpûr): Li Serpolê ji dayîk bûye û roja 28ê Gulana 2020î li Bakurê Kurdistanê canê xwe ji dest daye.
Mêrxas Şaho (Mehdî Mihemedî): Li Ciwanroyê ji dayîk bûye û roja 12ê Tebaxa 2022yan li Bakurê Kurdistanê canê xwe ji dest daye.
Rizgar Pejmîn (Elî Riza Mihemedzade): Li Îlamê ji dayîk bûye û roja 10ê Îlona 2020î li Başûrê Kurdistanê canê xwe ji dest daye.