PKKeya hilweşiyayî gera şeşemîn ya navên gerîlayên Rojhilatê Kurdistanê aşkere kir, yên ku 20 salan berê hatine kuştinê û PKKê mirina wan veşartî hiştî.
Îro roja pêncşemî 19 Mijdara 2026an, PKKê nasnameya 8 ciwanên din yên Selmasê aşkere kirin ku ew jî 19 salan berê canê xwe ji dest da ne û PKKê mirina wan veşartî hiştibû.
Ev ciwan di navbera salên 2007 û 2019ê li herêmên Xakurkê, Zapê, Avaşînê û Qendîlê ketine ber êrîşên dewleta Tirk û canê xwe ji dest da ne.
Navên wan wisaye:
Rehîm Mûsa.
Tewhîd Elî.
Îlyas Nûreddîn.
Hisên Şemseddîn.
Hisên Mistefa.
Suhrab Hesen.
Nîgîn Becan.
Umran Silêman.
PKKê nasnameya van ciwanan îlan kir û di pesnê wan de gotîye ew mlîtanên me yên apoyî bûn, xwe fedayê Apo kirin.!
Ev gera şeşemîn ya nasnameyên şervanên Rojhilatê Kurdistanê ye ku PKKeya hilweşiyayî ji hefteya rabûrî ve îfşa dike ku hinek jê yên sala 2007ê ne.
Murad Karayilan rêveberê PKKê derbarê dereng îlankirina navên şehîdan gotbû: agahî dereng gihîştin me, şer gran bû, haya me nebû ku hevalên me wendane!!.