Trafîkeka ciddî ya hevdîtinan li navbera dewletê û Îmraliyê destpêkirîye

imrali-turkey-net

Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogullariyê li ser angaştên hevdîtina bi Rêberê PKKyê Abdullah Ocalan re daxuyanî da.

Tulay Hatîmogullariyê ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re axivî û pirsên li ser hevdîtinên bi Abdullah Ocalan re bersivandin.

Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan berê gotibû, “Trafîkeke cidî ya hevdîtinan heye.”

Hatîmogullariyê li ser vê gotinê diyar kir ku ev tevger di navbera dewlet û Îmraliyê de ye û got: “Ew trafîk di navbera dewlet û Îmraliyê de ye. Ew tevgereke li derveyî DEM Partiyê ye lê wekî DEM Partî wekî ku min got, şandeya me hîn neçûye wir.”

Tulay Hatîmogullariyê li ser pirsa ka di navbera wan û Abdullah Ocalan de pêwendî çêbûye yan na wiha got: “Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê ji wê dîroka ku behsa wê tê kirin û vir ve hîn neçûye giravê lê di navbera mekanîzmayên tevger û dewletê de bi îhtimaleke mezin hevdîtin hene û ew berdewam dikin. Ez di wê baweriyê de me ku ev hevdîtin nehatine rawestandin.”