Hejmarek berpirs û rêveberên Hevbendiya Neteweyî ya Kurdistanê hatin binçavkirin

Hevbendi-girtin--info

Bi fermana Serdozgeriya Komarî ya Diyarbekirê, li dijî endamên Meclîsa Hevbendiya Neteweyî ya Kurdistanê (HEVBENDÎ) operasyoneke binçavkirinê hat destpêkirin û heta niha 7 kes hatine binçavkirin.

li Diyarbekirê operasyon vê sibehê 17ê Mijdara 2026an, 8 rojan piştî ragihandina Hevbendiya Neteweyî, ji aliyê Rêveberiya Ewlehiyê ya Diyarbekirê ve hatiye destpêkirin.

Di operasyonê de Serokê Giştî yê Partiya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK) Bayram Bozyel û Alîkarê Serokê Giştî yê PSKê Hasan Dagtekin li Enqereyê, siyasetmedar Fuat Onen jî li navçeya Dêrikê ya Mêrdînê hatin binçavkirin. Herwiha Cîgirê Serokê Giştî yê PWKê Cano Amedî jî di nav kesên binçavkirî de ye.

Daxuyaniya PWKê û navên kesên binçavkirî

PWKê derbarê operasyonê de daxuyaniyek belav kir û tê de ev operasyon şermezar kir. Her wiha got: “Ji aliyê Rêveberiya Ewlehiyê ya Diyarbekirê ve li dijî Hevbendiya Neteweyî ya Kurdistanê, operasyoneke binçavkirinê hatiye destpêkirin. Li gorî zanyariyên ku hatine wergirtin, kesên ku heta niha hatine binçavkirin ev in: Bayram Bozyel, Fuat Onen, Mehmet Can Azbay, Rojbin Bukun, Ali OncU, Hesen Dagtekin, Ali Çeven.

Hevbendiya Neteweyî ya Kurdistanê çi ye?

Hevbendiya Neteweyî ya Kurdistanê (HEVBENDÎ) hevgirtina partî, tevger û rêxistinên Bakurê Kurdistanê ye ku bi armanca avakirina yekîtiya neteweyî, prensîbên hevbeş û mekanîzmayeke mayînde di navbera aliyên siyasî yên kurd de hatiye damezrandin.

Konferansa hevbendiyê roja 7ê Mijdara 2026an li Diyarbekirê hatibû lidarxistin û di 9ê Mijdarê de jî encamnameya wê hat weşandin û HEVBENDÎ bi awayekî fermî hat ragihandin. Di encama konferansê de, meclîseke 51 kesî ya ji nûnerên partî û tevgeran hat hilbijartin û di encamnameyê de daxwaza mafên rewa yên kurdan hat kirin.