Partî û saziyên Kurdî li Stenbolê pêşewayê Dêrsimê Seyîd Riza bi bîr anîn

Partî û saziyên Kurdî li Stenbolê pêşewayê Dêrsimê Seyîd Riza bi bîr anîn

Bi boneya salvegera darvekirina rêberê Serhildana Dêrsimê Seyîd Riza û hevalên wî, bi beşdariya nûnerên partiyên siyasî, rewşenbîr û siyasetmedarên Kurd li bajarê Stenbolê bernameyeke bîranînê û şermezarkirinê hate birêxistinkirin.

Li gorî agahiyên ku ji aliyê Buroya Ragihandinê ya Partiya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) ve hatine belavkirin, ev çalakiya bîranînê di 15ê Mijdara 2026an de li navenda Weqfa Çand û Lêkolînê ya Kurdî (KURD-KAV) pêk hat. Bername bi deqeyeke rêzgirtina ji bo Seyîd Riza, qurbaniyên Sînemaya Amûdê û tevahiya şehîdên Kurdistanê dest pê kir û moderatoriya wê ji aliyê Endamê Komîteya Rêveber a Navendî ya PWKyê Kasim Ergun ve bi zaravayê Kurmancî hate meşandin.

Di panelê de nûnerên aliyên siyasî û saziyan dîroka komkujiya Dêrsimê û siyaseta înkarê ya wê serdemê nirxandin. Mehmet Gul li ser navê PWKyê bi zaravayê Kirdkî-Zazakî, Mansûr Kara li ser navê Partiya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK) û Ferhad Kurdistanî li ser navê Tevgera Vejînê bi zaravayê Kurmancî axivîn. Her wiha Serokê Giştî yê KURD-KAVê Mehmet Celal Baykara jî bi zimanê Tirkî gotarek li ser girîngiya bîranînê pêşkêş kir.

Bernameya bîranînê bi nirxandinên nivîskar Salman Yeşîlgoz ên li ser rûdanên dîrokî yên Dêrsimê û xwendina helbestekê ji aliyê Endamê Meclisa Partiyê ya PWKyê, helbestvan Abdulmecîd Kapazan ve bi dawî bû.