Tûlay Hatîmogullari li Diyarbekirê: Em amade ne Tirkiyeyê birêve bibin

Tûlay Hatîmogullari li Diyarbekirê: Em amade ne Tirkiyeyê birêve bibin

Hevseroka Giştî ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tûlay Hatîmogullari, di Foruma Ciwanan de ku li Diyarbekirê hat lidarxistin, ragihand ku ew bi hemû projeyên xwe amade ne Tirkiyeyê birêve bibin. Hatîmogullari di axaftina xwe de bal kişand ser pirsgirêkên aborî, polîtîkayên şerê taybet û pêvajoya aştiyê.

Hatîmogullari diyar kir ku pêvajoya heyî ya ku çek tê de bêdeng bûne, ji bo civakê û ciwanan derfeteke giring e daku dengê xwe bilind bikin. Lêbelê, wê bal kişand ser zêdebûna bikaranîna madeyên hişbir û behîsên neyasayî yên di nava ciwanan de û ev yek wekî beşek ji “polîtîkayên şerê taybet” bi nav kir û got ku ev siyaset ji bo qelskirina têkoşîna civakî tên meşandin.

Krîza Aborî û Pêla Koçberiyê

Di axaftina xwe de li ser rewşa aborî jî rawestiyaya, Hatîmogullari destnîşan kir ku li Tirkiyeyê 4,5 milyon ciwan bêkar in û ji ber enflasyon û bihabûnê jiyan li gel bûye barak giran. Wê da zanîn ku ji ber xizaniyê di dîroka Tirkiyeyê de pêla herî mezin a koçberiyê tê jiyîn û gelek ciwan dixwazin biçin Ewropayê. Her wiha bal kişand ser wê yekê ku rêjeya jinên ku dev ji xwendinê berdidin her ku diçe zêde dibe.

Hevseroka DEM Partiyê di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser dozên wekî windabûna Gulîstan Doku û Rojvelat Kizmaz, her wiha binpêkirinên mafên mirovan ên li zanîngehan û got ku li hemberî vê yekê pêwîst e hemû ciwan bi rêxistin bibin û têkoşîneke hevbeş bimeşînin.