Berî 16 salan mehkûmî mirinê kirin û ji nû mirina wan ragihand

PKK-Rojhilat-8-info

PKKeya hilweşiyayî îro nasnameya 8 ciwanên din yên Rojhilata Kurdistanê aşkere kirin ku 14 salan berê mehkûmî mirinê kiribûn û mirina wan heya îro veşartî hiştibû.

Îro roja yekşemî 12 Mijdara 2026ê rêxistina PKKê nasnameya 8 ciwanên din yên Kurdan ji bajarê Urmiyê yê Rojhilata Kurdistanê aşkere kir, ku ji sala 2010ê ve canê xwe ji dest da ne û ji nû ve mirina wan hat ragihandin.

Ev gerîla di dem û salên cuda de di navbera salên 2010 heya 2025ê li herêmên Gare, Zapê, Xakurkê û Qendîlê û her wiha li Zagrosê ketine ber êrîşên dewleta Tirk û canê xwe ji dest da ne.

Navên wan wisaye:

Cevat Salih.

Behram Huseyin.

Nasir Şemsettîn.

Umêd Kerîm.

Hejar Osman.

Tohîd Nacî.

Becî Hatem.

Mîlad Îsa.

PKKê nasnameya van ciwanan îlan kir û di pesnê wan de gotîye ew mlîtanên me yên Apoyî bûn, xwe fedayê Apo kirin.

Ev gera çaremîn ya nasnameyên şervanên Rojhilata Kurdistanê ye ku PKKeya hilweşiyayî ji hefteya rabûrî ve îfşa dike ku hinek jê yên sala 2007ê ne.

Murat Karayilan rêveberê PKKê derbarê dereng îlankirina navên şehîdan gotibû: agahî dereng gihîştin me, şer giran bû, haya me nebû ku hevalên me wendane!!.