PKK ê li vê navçeya Başûr 6 Gerîlayên din ji dest dan

PKK ê li vê navçeya Başûr 6 Gerîlayên din ji dest dan

Partîya Karkerên Kurdistanê îro 6 Gerîlayên xwe li herêma Heftenînê a li Başûrê Kurdistanê ji dest dan, wexta ku ketine ber êrîşên hewayî ên dewleta Tirkiyê.

Li gorî agahiyên destê me, îro roja duşemî 10/8/2020an, balefirên ceng ên Tirkiyê li nuqteyên PKK ê li herêma Heftenînê xistîye, 6 Gerîla ketine ber êrîşan û canê xwe ji dest dayî ye.

Wezareta parastina neteweyî a Tirkiyê ev êrîş îlan kir û eşkere kir ku hejmareke Gerîlayan ketine ber êrîşê, lê belê HPG ê balê leşkirî ê PKK ê, tu agahî li derbara ji dest dayîna Gerîlayên xwe ne dane.

Her li derbara şer û pevçûnan, navenda medyaya HPG ê îro hinek dîmen weşandine û gotîye ku ev yên êrîşeke YJA  Starê ne li Girê Dûpşikî li Heftenînê, her wiha zelal kirîye ku Gerîlayên YJA  Starê 15 esker li wê derê ceza kirine.