Operasyona peyade a Tirkiyê li Şeranişê destpêkir

Arteşa Tirkiyê îro êrîşa peyade li Başûrê Kurdistanê li dijî PKK ê dest pê kir, eskerên Tirk li gundî Şeranişê dest bi livînê kirine û ber bi gundên din ve tên.
Çavkaniyên pêgeha Darka Mazî li Başûrê Kurdistanê eşkere kir, îro roja pêncşemî 3/9/2020an, eskerên Tirk dest bi operasyona peyade li gundên sînorê bajarê Zaxo kir, livîna eskeran ji gundê Şeranişê ve dest pê kirîye.
Her wiha dest nîşan kir, ji bilî gundê Şeranişê û dorbera gund, ji gundê Şaqolê jî eskeran dest bi hereketê bi arasteya lîvanê û gundê Bosela nû kirine.
Li gor dîmenên vê êrîşa peyade ku ji çavkaniyên pêgeha me li Başûr hatine şandin, dengê teqe û şer û pevçûnan li gundê Şeranişê tê guhlêbûn.
Dewleta Tirkiyê li roja 15 meha rabûrî mezintirîn êrîşa ser Başûrê Kurdistanê, bi sedema PKK ê dest pê kir, ji wê demê ve arteşa Tirkiyê pêtirî 28 nuqteyên xwe li Başûr bi taybet li gundên derdora Zaxo zêde kirine, PKK ê jî roj bo rojê şerê xwe û Tirkiyê nêzî gund û bajarokan dike û bi wê sedemê pêtirî 50 gundan hatine vala kirin.