Balefirên Tirkiyê PKK e li şikeftên Çûçikan bordoman kir

Balefirên dewleta Tirkiyê îro hereketa çekdarên PKK ê li Başûrê Kurdistanê bordoman kirin û mûşek li çiyayê Gare barandine.

Çavkaniyên pêgeha Darka Mazî li Başûrê Kurdistanê eşkere kir, îro roja pêncşemiyê 19/11/2020an, balefirên ceng yên dewleta Tirkiyê êrîşî nuqteyên PKK ê li sînorê parêzgehîya Dihokê kir, wexta ku mûşek li çiyayê Gare dan.

Dest nîşan kir, êrîş li demjimêr 1:10 xulek ê paş nîvrojê çêbûye, balefiran di êrîşê de, yek mûşek li ciyekê ku bi şikeftên Çûçikan tê nav kirin dan, ev şikefte dikevin çiyayê Gare li hindava geliyê Avokê ê Bakurê navçeya Çemankê.

Her çend ku zirarên êrîşê nehatine zanîn, lê belê li gor dîmenên ku pêgeha me bi dest xistine, domaneke mezin li ciyê ketina mûşeka beriz bibû.