Çeteyên PKKê yên bi navê “Ciwanên Şoreşger” ciwanekî din ji Rojavayê Kurdistanê revandin û bo cîhekî nediyar birine. Bavê wî jî her çi saziyeke PKKê heye ji boy vegerandina kurê xwe serdan kir, lê ev hewlên wî bêy encam man.
Çavkaniyên Darka Mazî li Rojava Kurdistanê aşkere kirin ku çeteyên “Ciwanên Şoreşger” ciwanekî din yê Kurd bi navê “Hesen Riyad Simo” ku temen 15 salî ye ji bajarê Dirbêsiyê yê Rojava Kurdistanê revandine û ev du mehin çarenûsa wî nediyare.
Destnîşan kirin, ev zarok ji Dirbêsiyê ye jidayîkbûyê 1\1\2011ê ye û malbata wî ne ji alîgirên tevgera PKKê ne.
Li gorî agahiyên destê me, ji dema revandina wî, “Riyadê” bavê Hesen her çi sazîyeka PKKê li Rojava Kurdistanê heye, serdan kir lê ev hewlên wî yên ji boy vegerandina kurê xwe bêy encam man û PKKê jê re gotîye: “kurê te li cem me nîne û destê te ji te re her çi tişta ji destê tê bike”!.
Ciwanên Şoreşger rêxistineke ciwanan ya girêdayî PKKê ye, bi telîmatên rasterast yên Cemîl Bayîk tev digere û karê wê çekdarkirina zarokane ji boy PKKê û baskên wê yên li Rojava Kurdistanê.