Fermandarê Îraqî: Em nahêlin ti komeke çekdar li Şingalê bimîne

Fermandarê Îraqî: Em nahêlin ti komeke çekdar li Şingalê bimîne

Fermandarê operasyonên rojavayê Nînowayê di artêşa Iraqê de, Cebar Tayî da xuyakirin ku ew nahêlin ti komeke çekdar li Şingalê bimîne.

Cebar Tayî ragihand ku li gorî rêkeftina Hewlêr û Bexdayê, tenê artêşa Iraqê, polîs û asayişa niştimanî ya Iraqê wê Şingalê biparêzin.

Tayî diyar kiriye ku ew nahêlin ti komeke çekdar li Şingalê bimîne û hêzên Iraqî di nav Şingalê de hatine bicihkirin û hewla aramkirina bajêr û vegerandina koçberan didin.

Fermandarê Iraqî bêyî bi nav bike, behsa nehiştina hêzên girêdayî PKKê û milîsên girêdayî Heşda Şeibî kir û got, ew hêzên nerewa wê li Şingalê nemîn.