Di çarçoveya geşedanên dawî yên pêvajoya çekdanîn û belavkirina PKKê de, ji piştperdeya paytext Enqereyê zanyariyên nû hatin ragihandin. Li gorî îdiayên rojnamevan Nuray Babacanê, Rêberê PKKê Ebdullah Ocalan li Girava Îmraliyê derbasî avahiyeke nû ku ji bo wî hatibû amadekirin bûye û di vê çarçoveyê de “Komîsyona Çekdanînê” ya serbixwe dest bi xebatên xwe kiriye.
Nivîskara Rojnameya Nefesê Nuray Babacan di nivîsa xwe ya bi sernavê “Avahiya nû, komîsyona nû… Ji Îmraliyê nûçeyên guhertinê” de agahiyên ku dispêre çavkanî û siyasetmedarên ku pêvajoyê dişopînin parve kirin. Li gorî zanyariyan, piştî ku pirsgirêka statuya wî di çarçoveya xebatên teknîkî û îdarî de hat çareserkirin, Ebdullah Ocalan derbasî avahiya ku li qada Midûriyeta Giştî ya Girtîgeh û Malên Çaksaziyê ji bo wî hatibû veqetandin bûye.
Komîsyona Çekdanînê û Lîsteyên Tasfiyeyê
Di nivîsê de hat destnîşankirin ku Ebdullah Ocalan di çarçoveya amadekirina lîsteyên çekdanînê yên rêxistinê de înîsiyatîfek kûr bi kar aniye. Ji bilî Lijneya Koordînasyonê ya li jêr banê Serokkomariya Tirkiyeyê û çar lijneyên din ên pê ve girêdayî, mekanîzmayeke serbixwe ya nû bi navê “Komîsyona Çekdanînê” dest bi kar kiriye. Di vê komîsyonê de ligel yekîneyên ewlehî û îstîxbaratî yên dewletê, agahî û daneyên ku ji rêveberiya PKKê tên jî tên nirxandin û lîsteyên dawî yên tasfiyeyê li vir tên amadekirin.
Babacanê bal kişand ser wê yekê ku pêwendiya navbera dewlet û Ocalanî, ji pêwendiyên bi komên din ên di nav PKKê de û siyasetmedarên DEM Partiyê re gelekî cuda ye û li ser asteke din a stratejîk birêve diçe. Her wiha hat diyar kirin ku endamên PKKê yên li Ewropayê jî rijd in ku piştî temambûna pêvajoya hilweşandin û fesixkirina rêxistinê, tevlî qada siyaseta legal û çalak bibin.