Di ser dastana Pirdê re 9 sal derbas dibin, dastana ku hêzên Pêşmerge tê de bi lehnigîya xwe pîlana djimin ya ji boy dagirkirina Hewlêrê têkbirî.
Piştî bûyerên 16ê Cotmeha 2017an û dagirkirina Kerkûk û Xurmatûyê, hêzên Iraqê û milîsên Heşda Şeibî bi pêşveçûneke berfireh ji aliyê Pirdê ve berê xwe dabûn Hewlêrê, bi armanca ku tevahiya Herêma Kurdistanê dagir bikin.
Lê belê Hêzên Pêşmerge li beramberî vê êrişê berxwedaneke dîrokî nîşan dan, pêşveçûna wan rawestandin û xewna dagirkirina Hewlêrê têk birin. Di vê berxwedanê de heft Pêşmergeyên qehreman şehîd bûn.
Di 20ê Cotmeha 2017an de, demjimêr 07:00ê sibehê, artêşa Iraqê û milîs bi topbaraneke giran ji bajarokê Pirdê ve ber bi çeperên Pêşmerge û bajarê Hewlêrê ve pêşrewî kirin.
Lê Pêşmerge bi îradeyeke polayî li hemberî wan sekinîn. Di vî şerî de tangeke ji cureyê Abrams a Amerîkî – ku yek ji pêşkeftîtirîn tangên cîhanê ye û ji bo şerê li dijî DAIŞê dabûn artêşa Iraqê – ji aliyê Hêzên Pêşmerge ve hat teqandin û jinavbirin.
Bi vî awayî Dastana Pirdê di dîroka Kurdistanê de wekî “Dastana Şikandina Abramsan” hat tomarkirin û tirs xiste nav dilê êrişkaran, rê li ber dagirkirina Hewlêrê girt û sînorek ji bo xaka Kurdistanê xêz kir.