Pêşmerge hişyaryeke tund da PKK ê û YPG ê

Wezareta Pêşmerge îro hişyaryeke tund da YPG ê û rêxistina PKK ê û ragihand ku bila ev cara dawiyê be bûyereke wusa di qewime.
Birîkarê wezareta Pêşmerge, Serbest Lezgîn îro roja çarşemî 16/12/2020an, li Hewlêrê di civîneke çapemeniyê de ragihand ku duh bi şev çekdarên Yekîneyên Parastina Gel YPG ê ji aliyê Rojavayê Kurdistanê bi rêyeke qaçax hewil dane derbasî Herêma Kurdistanê bibin.
Serbest Lezgîn diyar kir ku 8 endamên YPG ê hewil dane bi rêya qaçaxî derbasî Herêma Kurdistanê bibin û hêzên Pêşmerge ji endamên YPG ê daxwaz kirine ku vegerin, ji wan 3 kes vegeriyane û 5 kes li wir mane.
Lezgîn eşkere kir ku piştî çend demjimêran hêzeke YPG ê ji nav Sûriyê, li demjimêr 4ê serê sibehê êrîşî ser xaleke Pêşmerge kirîye û êrîşeke dirindane û bi çekên giran hatiye kirin û heta sa’etek û nîv şer berdewam bû û Pêşmerge neçar bû ku xwe biparêze.
Çekdarên YPG ê bi rû reşî vegerîn Sûriyê
Birîkarê wezareta Pêşmerge wiha got: Ewan hewil da vê xala hêzên Pêşmerge kontirol bikin û êrîşê bikin, lê belê ew rastî şkestinê hatin û bi rû reşî vegerîn sînorê Sûriyê.
Her wiha got: Em weke wezareta Pêşmerge bi tundî vê bûyerê şermezar dikin, hemû dizanin ku YPG e li jêr ferman û te’lîmatên PKK ê tev digere û Mezlûm Ebdî jî nikare ji fermanên wan derbikeve.
Serbest Lezgîn wiha behsa bûyera şeva derbasbûyî û vê sibehê kir:
Li şeva derbasbûyî li sa’et 1:00, li sînorê Rojava û Başûrê Kurdistanê li navçeya Sihêla, şer li nêvbera hêzeke Pêşmergehan û meferezeyeka çekdarên PKK ê qewmî, wexta ku van çekdaran hewl day bi rêkên qaçax derbasî sînorên Başûrê Kurdistanê bibin.
Ev çekdar ku hejmara wan 8 kes bûn, ji pal hêzên Pêşmerge ve hatin dîtin, Pêşmerge bi erka xwe rabûn û ji wan xwest vegerin, 3 jê vegerîn lê belê yên din mukir bûn derbasî Başûr bibin û piştre şer qewmî, wan bi çekên giran êrîşî Pêşmergehan kir.
Li derbara dest pê kirina şer, Serbest Lezgîn eşkere kir, wiha xweya bû ku hêzeke YPG ê amadekarî kirbû, wan li sa’et 4:00 serê sibehê êrîş Pêşmergehan kir, wan bi çekên BKC 22 mlim, Doşk û RBG teqe li Pêşmergehan kir, şer nêzî sa’et û nîvan dewam kir, piştre ew rastî şkestinê hatin û nikarîn vê amanca xwe bi cî bikin.
Brîkarê wezareta Pêşmerge her wiha dest nîşan kir, Pêşmerge rê nade tu çekdarek li ber çavîn wan bi qaçaxî derbasî Başûr be, ne PKK e û nexeyrî PKK ê û ne her hêz û rêxistineke li jêr her nav û nîşanekî be.
PKK e bûye dardestê dujmin û dixwaze Başûr têk bide
Li derbara bûyerên ku li rojên derbasbûyî li sînorê Amêdiyê qewmîn û berya demekê jî li sînorê Çemankê, Birîkarê wezareta Pêşmerge got:
Cihê daxê ye ku hinek hêzên bi nav rêxistinên Kurdî bûne dardestên nahez û dujminên Herêma Başûrê Kurdistanê, bûne beşek ji wan pîlan û bernameyên ku dujmin dixwazin bi rêya wan vê perçeya Kurdistanê têkbibin, lê belê ev yek ji buy wan û dardestên wan xeyaleke tuneye.