Serokê Amerîkayê vaksîna Koronayê wergirt

Serokê nû yê Amerîkayê Joe Biden, vaksîna dije vîrosa Koronayê Covid-19an wergirt û ragihand, vaksîn ewlehe û divê her kes pê bawer be.
Serokê nû yê Amerîkayê Joe Biden, li ber cavê kamîrayan vaksîna Koronayê wergirt û ragihand, sedema ku xwestiye bi eşkere bê derzî kirin eve ku dixwaze ji xelkê re bêje vaksîn ewleh û parastî ye û divê hemû kes bi sîstema pizîşkî bawer be û vaksînê werbigre.
Berî Baydin her yek ji Mike Pence cîgrê serokê Amerîkayê Donald Trump û Nancy Pelosi seroka civata nûneran li ber kamîrayan vaksîn wergirtbûn.
Hîna niha bi sedema pê ketinê bi vîrosa Koronayê, zêdetir ji 315 hezar kesan li Amerîkayê canê xwe ji dest dane û zêdetir ji 17 milyon kesan pê ketine.