Li gorî raporên medyayî yên Almanî, hikûmeta Almanyayê gihîştiye rêkeftinekê li gel Tirkiyeyê ji bo vegerandin û deportkirina berfireh ya wan kesên ku daxwaziya wan ya penaberiyê hatiye redkirin.
Hikûmeta Almanyayê pêvajoyeke berfireh ji bo deportkirin û veguhastina wan welatiyên Tirkiyeyê dest pê kir yên ku mafê penaberiyê li wî welatî wernegrtine. Ev biryar piştî rêkeftin û têgehiştinên dawiyê yên navbera Berlin û Enqereyê de tê.
Li gorî amarên fermî, nêzîkî 15,561 welatiyên Tirkiyeyê ku daxwaziya wan ya penaberiyê hatiye redkirin, navê wan di lîsteya deportkirinê de ye.
Piraniya wan kesên ku li Almanyayê daxwaziya penaberiyê kiribû û hatine redkirin, welatiyên kurd ên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê ne.
Biryar e hefteyane nêzîkî 500 kesan bi rêya geştên ezmanî yên taybet bo Tirkiyeyê bihêne veguhastin.
Ev gava Almanyayê di çarçoveya tundkirina yasayên penaberiyê û deportkirina berfireh ya wan kesan de tê yên ku belgenameyên fermî yên manê û wergirtina penaberiyê nîn in.