Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan û Serokê Welatên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump, di peywendiyeke telefonî de peywendiyên dualî, aloziyên di navbera Waşinton û Tehranê de û şerê navbera Rûsya û Ukraynayê guftûgo kirin.
Li gorî daxuyaniya Serokatiya Peywendiyan a Serokkomariya Tirkiyeyê, ev guftûgo duhî Şemiyê (7ê Mijdara 2026an) hat encamdan. Di peywendiyê de mijarên herêmî û navneteweyî bi berfirehî hatin nirxandin.
Di dema pêwendiyê de, Serokkomar Erdogan destnîşan kir ku hevkariya di navbera Enqere û Waşintonê de dê li ser bingeha pêşveçûnê berdewam bike û tekez kir ku di qonaxa nû de ji bo xurtkirina van peywendiyan gavên nû bên avêtin.
Derbarê aloziyên li Rojhilata Navîn de, Erdogan bal kişand ser girîngiya aştî û aramiya herêmê û diyar kir ku divê aloziyên di navbera Tehran û Waşintonê de bi rêya dîplomasiyê bên çareserkirin û Tirkiye dê ji bo vê yekê kedê bide.
Di dawiya axaftinê de, Serokkomarê Tirkiyeyê hêviya xwe anî ziman ku hewldanên dîplomatîk ên ji bo bidawîanîna şerê li Ukraynayê encamên erênî bi dest bixin û destnîşan kir ku divê diyaloga bi her du aliyan re bê navber berdewam bike.