Li Hewlêrê agir bi pêgeheke petrolê ket

Pêgeheke tesfîya petrolê îro li sînorê Hewlêrê a paytexta Başûrê Kurdistanê teqîya û bi wê sedemê 3 karmendan canê xwe ji dest da.
Li gorî agahiyên destê me, îro roja pêncşemî 24/12/2020an, li Kewirgoska navçeya Hewlêrê şewat bi pêgeheke tasfiyê a petrolê ket û di encama bûyerê de, 3 karmendan canê xwe ji dest da û yekê din birîndar ket.
Berdevkê polîsên berevanîya bajêr li Hewlêrê Serkewt Kareş ji kenala Kurdistan 24ê re ragihand, ji ber bûyereke şewatê li pêgeha tesfîya petrola Kewirgoskê, 3 kesan canê xwe ji dest dan û kesek jî birîndar bû ku karmendên tesfiyexanê bûn.
Her wiha dest nîşan kir ku tîmên agirkuj karîn şewatê kontirol bikin, piştre xebat û lekolîn li sedemên bûyerê dest pê kirine.