Wezîrê Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan di bernameyeke televîzyonî de derbarê pêvajoya nû ya aştiyê û geşedanên dawî yên herêmê de daxuyaniyên girîng dan. Fîdan ragihand ku ev pêvajoya nû ne tenê ji bo Tirkiyeyê, lê ji bo Kurdên li Herêma Kurdistanê û Rojavayê Kurdistanê jî dê aramî, aştî û xweşguzeraniyê bi xwe re bîne.
Fîdan behsa serdana xwe ya dawî ya bo Diyarbekirê kir û diyar kir ku pêngavên siyaseta nû li wî bajarê Bakurê Kurdistanê bi germî û bi coşeke mezin ji aliyê xelkê ve hatine pêşwazîkirin. Wezîrê Derve bal kişand ser rola hikûmeta xwe û diyar kir ku mezintirîn şoreşa wan a siyasî ew bûye ku dawî li siyaseta dirêj a înkarkirina nasnameya welatiyan anîne.
Tevî van peyamên erênî, Fîdan rexneyên tund li Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) girtin û hişyarî da. Fîdan bi bîr xist ku tevî ku PKKê di Gulana 2025an de ragihandibû ku xwe hilweşandiye û xebata çekdarî bi dawî aniye, heta niha di Îlona 2026an de di warê pratîkî de ti gava çekdanînê nehatiye avêtin. Wî tekez kir ku ji bo pêkanîna vê gavê pêwîstî bi mekanîzma û rêkarên guncaw heye.
Wezîrê Derve yê Tirkiyeyê bal kişand ser rêya siyaseta demokratîk û got ku riya yekane ya diyarkirina daxwazan siyaset e, ne çekhilgirtin. Fîdan anî ziman ku ew hêvî dikin PKK vê derfetê bi kar bîne da ku ev pirsgirêk yekcarî çareser bibe, nexwe dê dewlet bi hemû hêza xwe li hemberî wan raweste
Li ser asta siyaseta herêmî û têkiliyên bi welatên cîran re, Fîdan ragihand ku êdî ne li Bexdayê û ne jî li Şamê rê nayê dayîn ku ti hêzeke çekdar li derveyî artêşa fermî hebe. Wî tekez kir ku her du hikûmetên Iraq û Sûriyeyê jî rijd in ku nehêlin ti rêxistineke çekdar a mîna PKKê kontrola xaka wan bike.
Ev daxuyaniyên girîng piştî wê yekê hatin ku di 10ê Tebaxa 2026an de Parlamentoya Tirkiyeyê “Yasaya Çarçoveyê ya Taybet bi Pêvajoya Çareseriyê” pesend kir. Ev yasa merc û çarçoveya qanûnî ya çarenivîsa wan çekdar û alîgirên PKKê diyar dike ku amade ne çekên xwe deynin, bi wê mercê ku saziyên ewlehiyê piştrast bibin ku hemû çalakî hatine rawestandin û çek hatine radestkirin.