Desthilatdarên fermî yên Sûriyeyê ragihandin ku ji ber teqîna depoyeke çek û cebilxaneyê li pêgeheke leşkerî ya Artêşa Sûriyeyê ku dikeve nêzîkî gundê Eyyaşê ê li rojavayê Dêrezorê, herî kêm 6 leşkeran canê xwe ji dest daye û 9 kesên din jî birîndar bûne.
Parêzgarê Dêrezorê di daxuyaniyeke çapemeniyê de diyar kir ku bûyer şeva borî qewimiye û piştî teqînê tîmên rizgarkirinê yekser gehiştine cihê bûyerê. Parêzgar da zanîn ku heta niha termê 6 kesan hatiye dîtin, lê tîmên pispor ji bo dîtina kesên windayî xebatên xwe yên lêgerîn û rizgarkirinê bê rawestan didomînin.
Di berdewamiya daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku hemû tedbîrên pêwîst ên ewlehiyê hatine wergirtin û ji bo ronîkirina sedem û hûrgiliyên vê teqînê lêpirsîneke berfireh û bilez di navbera saziyên pêwendîdar de hatiye destpêkirin.
Ji aliyê xwe ve, Rêveberiya Ragihandin û Pêwendiyan a Wezareta Bervaniyê ya Sûriyeyê bi daxuyaniyeke fermî bûyer piştrast kir. Wezaretê ragihand ku teqîn li yek ji navendên wan ên leşkerî yên li herêma Eyyaşê rû daye û lêkolînên ji bo diyarkirina sedema sereke ya teqînê û texmînkirina qebareyê zirarên giyanî û madî hîn jî berdewam dikin.