Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî alîkarî li ser karkerên şaredariyê yên Efrînê dabeş kir

Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî

Nivîsîngeha Efrînê ya Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî (BCF) bi hevahengiya ligel Rêveberiya Herêma Efrînê, zêdetirî 400 selikên xwarinê li ser karkerên şaredariyê û xebatkarên paqijiyê yên li nava bajarê Efrînê û nahiyeyên ser bi wê ve belav kir.

Rêvebera Nivîsîngeha Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî li Efrînê, Zeyneb Şêx Heyder ragihand, ev destpêşxerî di çarçoveya hevkariyê de û wek rêzgirtin, spasdarî û piştevaniyeke ji bo ked û westana van karmend û karkeran pêk hatiye ku ji bo paqijî û xizmeta deverê dixebitin.

Zeyneb Şêx Heyder diyar kir ku alîkarî û piştevaniya wan ji bo vê çîna kedkar û hemû xelkê herêmê dê berdewam be û got: “Em niha li nava bajarê Cindirêsê ne. Me selikên xwarinê ji bo karkerên paqijkirinê anîne. Armanca me ew e ku em piştgiriya van karkeran bikin û li hember keda wan a hêja, spasiya wan bikin.”