Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, bi fermî zengilê destpêka sala nû ya perwerdeyê ya 2026-2027an lêxist û pabendbûna Hikûmeta Herêma Kurdistanê ya ji bo piştevaniya berdewam a mamoste û xwendekaran nû kir.
Serokwezîr Mesrûr Barzanî îro 20ê Îlona 2026an, bi tevlîbûna Wezîrê Perwerdeyê Dr. Alan Heme Seîd, serdana Dibistana “Global” a li bajarê Hewlêrê kir. Serokwezîr li wir bi lêxistina zengilê sala xwendinê vekir û di gotarekê de pîrozbahî li hemû xwendekar û mamosteyên Kurdistanê kir.
Mesrûr Barzanî di gotara xwe de tekez kir ku Hikûmet dê hemû derfetan ji bo pêşxistina kerta perwerdeyê bi kar bîne û bang li xwendekaran kir ku girîngiyeke taybet bidin perwerdeya xwe. Serokwezîr ji xwendekaran xwest ku berî her tiştî bibe xwedî nirxên mirovdostî û jîngehdostiyê.
Di berdewamiya axaftina xwe de, Serokwezîr Barzanî bal kişand ser qehremaniya Pêşmergeyan û tekoşîna şehîdan û got: “Ev welat berhema xwîna şehîdên me û keda Pêşmergeyên qehreman e. Ji ber vê yekê, rêzgirtina li niştiman û pîroztiyên wê erka her welatiyî ye.”
Di dawiyê de, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê spasiyeke taybet arasteyî mamosteyan kir ji ber rawestîn û xebata wan a di şert û mercên dijwar de û destnîşan kir ku bi keda wan ti carî proseya perwerdeyê li Herêma Kurdistanê nesrawestiyaye.