Bavê Narînê ji Amedê ber bi Enqereyê ve dest bi “Meşa Edaletê” kir

Arif Guran, bavê Narîn Gurana 8 salî ku 2 sal berê li gundê Çûliyê yê Amedê bi awayekî hovane hatibû kuştin, ji bo daxwaza "nûve-darizandinê" û berdana endamên malbata xwe, ji Amedê ber bi Enqereyê ve dest bi "Meşa Edaletê" kir.

Arif Guran, bavê Narîn Gurana 8 salî ku 2 sal berê li gundê Çûliyê yê Amedê bi awayekî hovane hatibû kuştin, ji bo daxwaza “nûve-darizandinê” û berdana endamên malbata xwe, ji Amedê ber bi Enqereyê ve dest bi “Meşa Edaletê” kir.

Arif Guran beriya ku bikeve ser rê, serdana gora keça xwe Narînê kir û xatir ji wê xwest. Li ser gora Narînê bi tevlîbûna malbat û xizmên wan re kêliyên bi hestiyar û xemgîn rû dan. Malbatê diyar kir ku ji ber neheqiya li wan hatiye kirin ew vê meşê li dar dixin.

Di dosyeya kuştina Narîn Guranê de, hevjîna Arif Guran Yuksel Guran, birayê wî Salim Guran û kurê wî Enes Guran cezayê zindana heta-hetayê xwaribûn. Lê belê Arif Guran daxuyand ku malbata wî bêguneh e, ti eleqeya wan bi vî sûcî re nîne û îddîa kir ku kujerê rasteqîn yê heqîqî Newzad Bextiyar e.

Xizm û endamên malbatê jî bertekên xwe anîn zimên. Pîrika Narînê Remziye Çabaş û jinmama wê dan zanîn ku ew li benda bersiveke edaletê ne û bang li rayedaran kirin ku vî barê giran ji ser milê malbatê bikin, ji ber ku zarokên din ên li malê bê xwedî mane.

Arif Guran da zanîn ku armanca wî ew e ku bigihîje ber deriyê Koşka Serokkomariya Tirkiyeyê (Kulliye) û xwesteka xwe ya ji bo doza nûve-darizandinê bigehîne asta herî bilind. Guran destnîşan kir ku heta ku heqîqet dernekeve holê û edalet pêk neyê, heqê keça wî li erdê dimîne.