49 senator bo Biden: Erdogan bê şermiyane êrîşî ser hevpeymanên me kurd kiriye

49 senator bo Biden: Erdogan bê şermiyane êrîşî ser hevpeymanên me kurd kiriye

 49 senatorên Amerîkî roja Sêşemê di nameyekê de bo Serok Joe Biden, Serokomarê Tirkiyê Recep Tayip Erdogan şermezar kirin û daxwaz jê kirin ku fişarê bixe ser Tirkiyê ji bo rewşa mafên mirovan baş bike.

49 senatonên Amerîkî, nameyek arasteyî Serok Amerîka Joe Biden kir. Di nameyê de hat gotin: “Serokomarê Tirkiyê Recep Teyip Erdogan welatê xwe xistiye ser riya tekrewiya desthilatdariyê, bi awayekî sîstematîk opozîsyonê serkut dike, rojnamevanan bêdeng dike û dadwerên serbixwe bi dadwerên alîgirên xwe diguhêre”.

Di beşeke din a nameyê de ku taybet e bi siyaseta derve ya Tirkiyê, tê de tê gotin: “Di van salên dawî de Serokomar Erdogan bê şermiyane êrîşî kurdên ku hevkarên Amerîkayê ne û li Sûriyeyê li dijî DAIŞ’ê şer dikin kiriye”.

Di dawiya ji Biden re hatiye şandin de hatiye: “Tirkiye li navçeyê hevpeymaneke girîng e, ji ber wê me ev name nivîsiye. Pêwîst e Amerîka kar bike ji bo standerdeke bilind a hevpeymanên wê hebe. Herwiha divê Amerîka bi aşkere derbarê mafên mirovan û kêmbûna demokrasiyê de bi wan re biaxive. Daxwaz ji we dikin, ji Serok Erdogan û hikûmeta wî re tekez bikin ku divê di zûtirîn dem de dawî li hilmeta serkutkirinê ya li navxwe û li derveyî welat bîne”.

Tirkiye di Mijdara 2019an de, tenê 3 rojan ji piştî fermana vekişîna hêzên Amerîkî ji Sûriyê, dest bi operasyoneke leşkerî kir û êrîşî ser herêmên Serê Kaniyê û Girê Sipî yên Rojavayê Kurdistanê kir.

[mpc_carousel_image preset=”mpc_preset_8″ loop=”true” speed=”500″ layout=”fluid” enable_force_height=”true” force_height=”600″ images=”1019394,1019393,1019392,1019391″ gap=”5″ start_at=”1″ image_size=”large” image_opacity=”100″ image_border_css=”border-width:15px;border-color:#f3f3f3;border-style:solid;” image_hover_opacity=”100″ image_hover_border_css=”border-color:#ffffff;” overlay_icon_align=”top-right” overlay_enable_lightbox=”true” overlay_icon=”eti eti_arrow_expand” overlay_icon_color=”#ffffff” overlay_icon_size=”20″ overlay_icon_background=”#f8bf4d” overlay_icon_margin_divider=”true” overlay_icon_margin_css=”margin-top:30px;margin-right:30px;” overlay_icon_padding_divider=”true” overlay_icon_padding_css=”padding-top:15px;padding-right:20px;padding-bottom:15px;padding-left:20px;” overlay_hover_color=”#fcfcfc” overlay_hover_icon_background=”#f4b83f” mpc_navigation__preset=”mpc_preset_39″]