Tel Evîv nexşerêya nû ya Washingtonê red dike: Rêkeftina Amerîka û Îranê metirsiyeke mezin e

Krîzeke bêdeng lê kûr di warê dîplomasiyê de di navbera Îsraîl û Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê de derketiye holê. Hejmareke berpirsên bilind û şarezayên dosyeya Îranê li Tel Evîvê hişyariyeke tund dan ku lihevkirina dawî ya di navbera rêveberiya Donald Trump û Tehranê de, li ser pîvanên ewlehiyê yên Îsraîlê xetereke rasterast û stratejîk çêdike.
Li gorî raporteke taybet a Kanala 12ê ya Îsraîlî, wan berpirsên sîstema parastinê ragihandiye ku aliyê Amerîkayî di vê dîplomasiyê de ne tenê li ser çarçoveya giştî lihevkirin kiriye, belkî mercên sereke yên Tehranê jî qebûl kirine. Şarezayên Îsraîlî hişyarî didin ku ev pêngav dê bibe sedema vekirina bi temamî ya Tengava Hurmizê û aboriya Îranê ya ku di bin dorpêçan de lawaz bibû, ji nû ve zindî bike.
Di raportê de hatiye eşkere kirin ku di vê rêkeftinê de pirsa şiyanên atomî û navokî yên Îranê bo qonaxeke nezelal a paşerojê hatiye avêtin, ku ev gav ji aliyê Îsraîlê ve wekî siyaseta dayîna qistan bo wextgirtina Tehranê tê pênasekirin. Herwiha berpirsên ewlehiyê nîgeran in ku şertê veguhastina uranyuma dewlemendkirî bo derveyî welat, bo dirûşmekî nezelal ê bin navê kêmkirina aloziyan hatiye guhertin, di demekê de ku sîstema mûşekên balîstîk a Îranê bi tu awayekî di nav deqên lihevkirinê de cih negirtiye.
Her çend e ku Ofîsa Serokwezîr Benjamin Netanyahu ji ber têkiliyên nêzîk ên ligel Serokê Amerîkayê Donald Trump hewl dide di asta fermî de tu helwesteke tund nîşan nede, lê belê çavkaniyên îstîxbaratî bêdengiya xwe şikandine. Ew destnîşan dikin ku ev lihevkirin Îranê bi rawestandina piştgiriya grûpên çekdar ên li herêmê pabend nake, belkî rêyê jê re xweş dike ku careke din peywendiyên xwe yên leşkerî yên ligel Hizbulaha Libnanê û eniyên şer nû bike.
Berpirsên Îsraîlî di berdewamiya nirxandina xwe de encamên vê lihevkirinê dişibînin peymana agirbesta Xezeyê û dipirsin ka peymana bêçekkirina Hemasê çi lê hat ku niha ew baweriyê bi agirbesta şêst rojî ya Îranê bînin. Li gorî nêzîkatiya nû ya Tel Evîvê, rawestandina zexta serbazî ya rasterast ya Amerîkayê, pêgeha Îranê li Rojhilata Navîn hîn bihêztir dike û gefa serbazî ya rastîn a li dijî Tehranê ji rehan ve lawaz dike.