Di êrîşa Balafirên Diron li ser Mexmûrê berpirsê giştî yê Kampê hat kuştin

Di êrîşa Balafirên Diron li ser Mexmûrê berpirsê giştî yê Kampê hat kuştin

Îro pêş Nîvrojê Balafirên Diron yên Tirkiyê êrîşî kampa Mexmûrê kirin û di encam de 3 kes ku du ji wan berpirsên PKKê bûn hatin kuştin.

Çavkaniyên pêgeha Darka Mazî li Başûrê Kurdistanê zanyariyên herî nû li ser êrîşa balafirên Tirkiyê li ser kampa Mexmûr eşkere kirin û ragihand, êrîş li ser avahiyê rêveberiya Kampê hatiye kirin û di encam de rêveberê giştî yê kampê û berpirsek din ê PKKê û zêrevanek wî hatin kuştin.

Çavkaniyên pêgeha Darka Mazî her weha eşkere kirin, D. Hisîn ku berpirsê giştî yê kampê ye û heval Salih ku yek ji berpirsên çekdarên PKKê ye di nava avahiyê rêveberiya Kampê hatine kuştin, her weha çekdarek din jî hatiye kuştin û hejmarek kes jî birîndar bûne.