Saziya îstixbarata Îranê aktivîstek din ê Rojhilata Kurdistanê desteser kir

Saziya îstixbarata Îranê aktivîstek din ê Rojhilata Kurdistanê desteser kir

Hêzên Ewlehiyê yên rejêma Îranê şeva borî, bêy nîşandana fermana mehkemê û dûr ji qanûnê, da sir mala aktivîstek kurd li bajarê Sine û ew desteser kir.

Li gor rapora Rêxistina Mafên Mirov a Hengaw, saet 3:30ê serê sibê roja 15/6/2021an hêzên îstixbarata Îranê li bajarê Sine çûn ser mala Mîkaîl Mînberî li taxa cutsayîda Kurdistan û ew desteser kir.

Li gor çavkaniyeke nêzî ji malbata Mînberî, nêzî 30 kes ji endamên hêzên emnî yên Îranê bêy nîşandana fermana dadwer çûne ser mala Mîkaîl Mînberî û bê rûmetî bi malbata wî kiriye û ew desteser kiriye.

Mîkaîl Mînberî şêniyê gundê Nîyer û nîşteciyê bajarê Sine ye. Hêzên ewlehiyê li dema desteserkirina Mîkaîl de, dest bi ser mobayîl û alavên wî ên şexsî de jî girtine.