Fermandarekê HPGê li Silêmaniyê tê kuştin

Fermandarekê HPGê li Silêmaniyê tê kuştin (2)

Ûlaş Doxan fermandarê HPGê di êrîşeka dewleta Tirkiyê de li sînorê bajarê Silêmaniyê hat armanc kirin, rêxistinê îro kuştina wî îlan kir.

Ûlaş doxan yan Ûlaş Dêrsimê, fermandarê HPGê ku di lîsta reng sor ya Tirkiyê de bû, hat kuştin, ajansa Anadolê a dewleta Tirkiyê dibêje: MIT ê ew li sînorê Slimane kuştîye, ajansa ANF ê a PKKê jî dibêje: wî li 13 vê mehê li herêmên parastinê yên medya can dayî ye.

Hêjay gotinê ye, balefirên cengê ên Tirkiyê li 13 vê mehê erebeyeka PKKê li navçeya Pişder a girêday Qeladizê li sînorê Silêmaniyê kirbû armanc.

Di wê êrîşê de, Ûlaş Doxan li gel 3 çekdarên rêxistinê hatibûne kuştin.