Çekdarên PKKê êrîşa gundekî Pişderê kir

Çekdarên PKKê êrîşa gundekî Pişderê kir

Çekdarên PKKê îro êrişa gundekê parêzgeha Silêmaniyê kir û gulle berdane welatîyan û yek birîndar kir.

Çekdarên rêxistina PKKê, îro roja pîncşemî  24/5/2021an êrişa gundê bi navê Şênê yê sinorê navçeya Pişderê girêday parêzgeha Silêmaniyê kir, çekdarên PKKê hewil dane derbasî nava gundî bibin û bacê ji xelkê gundî bistînin, bi wê sedemê şer li nêvbera wan û xelkê gundî de çêbû.

Paş ku xelkê gundî razî nebûy bacê bidin PKKê, çekdaran gulle berdanê û welatiyê bi navê Ebdulla Hemed Îsmaîl birîndar bûye.

Hêjay gotinê ye, rêxistina PKKê ji bo dabînkirina pereyan, bacê ji welatî kasibkar û xwediyên pez distîne û her wiha pereyan ji ticareta hişberê jî bi dest têxe, ev yêk ji hêla Interpolê û Yoropolê ve hatîye tesbît kirin.