Şîrovekarê siyasî yê Kurd Menal Hesko navên siyasetmedar û welatparêzên Kurd yên li Rojava ji hêla komên çekdarên girêdayî PKK ve hatine qetilkirin parve kir.
Bertekên kuştina Emîn Îsa, ku di 22yê Gulanê da li Rojava ji hêla hêzên ewlehiyê yên girêdayî PYD ve hatibû binçav kirin û piştre di 28ê Hezîranê de bi îşkence hatbû kuştin, berdewam dikin.
Bi kuştina Emîn Îsa re, qetilamên li dijî kurdan li herêmên ku li Rojavayê Kurdistanê bi piştgirya PKK-ê di sala 2011- da ji hêla PYD-ê ve hatbûn girtin, hat rojeva raya giştîya kurd.
Siyasetmedarê Kurd Menal Hesko ragihand ku li Rojavayê Kurdistanê di bin rêveberiya PYD-PKK de heya niha 54 kurd bi îşkenceyê hatine kuştin.
Navnîşana ku Menal Hesko li gel nav û tarîxên kurdên ku ji hêla PYD-PKK-ê ve hatine şehîd kirin weşandiye evin:
1 – Mişel Temo – Qamîşlo 7/10/2011
2- Ehmed Bedro – Qamîşlo 10/1/2012
3 – Emar Bedro – Qamîşlo 10/1/2012
4 – Nîzal Bedro – Qamîşlo 10/1/2012
5 – Dr. Şêrzad Hacî Reşîd – Efrîn 9/2/2012
6 – Nesredîn Berhek – Dêrik jî 22/2/2012
7 – Ciwan Xelef Qutne – Dirbasîye 25/3/2012
8 – Remezan Umer Ebu Saman – Girikê Legê – 29/5/2012
9 – Şêx Henan el Nesan – Efrîn 4/7/2011
10- Ebdulrehman Şêx Henan El Nesan – Efrîn 4/7/2012