Herêma Kurdistanê amadebûna xwe ji bo alîkariya qurbaniyên şewatê nîşan da

Herêma Kurdistanê amadebûna xwe ji bo alîkariya qurbaniyên şewatê nîşan da

Hikûmeta Herêma Kurdistanê amadebûna xwe ji bo alîkariya qurbaniyên şewata nexweşxaneya Îmam Husên a li Nasiriye nîşan da.

Wezîrê Tendirustiyê yê Herêma Kurdistanê Saman Berzincî di pêwendiyên telefonî de ligel Wezareta Tendirustiyê ya Iraqê, Parêzgariya Zîqarê û Rêveberiya Tendirustiya Zîqarê, amadebûna Herêma Kurdistanê ji bo alîkarî û şandina her pêwîstiyên bijîşkî û pêşwazîkirina birîndar û nexweşan bo nexweşxaneyên Herêmê nîşan da.

Duh bi şev li parêzgeha Zîqar a Iraqê agir bi nexweşxaneyeke Koronayê ket.

Tendirustiya Zîqarê ragihand ku agir bi nexweşxaneya Îmam Husên a Koronayê ya li parêzgeha Zîqarê ket û di şewatê de 58 kesan canê xwe ji dest dan.

Tendirustiya Zîqarê rewşa awarte li parêzgehê ragihand û eşkere kir ku du karmendên tendirustiyê jî di şewatê de jiyana xwe ji dest dane.