Kurekî Osman Ocalan aşkera kir rewşa tenduristiya bavê wî xirabe û bi temamî ji tevgerê ketiye.
Welat ê kurê Osman Ocalan ê siyasetmedarê bakurê Kurdistanê û birayê Ebdula Ocalan ji BasNewsê re ragehand, demeke rewşa tenduristiya bavê min têkçûye û ji ber felca demaxê li erdê maye.
Herwaha got, ku bavê wî nikare biaxive û nikare rabe ser xwe û bi temamî nav cîhan de maye û nikare ti tevgerekî bike.
Osman Ocalan bi salane li herêma Kurdistanê jiyan dike û herçend beşek ji jiyana wî wek rêveberekî payebilind û PKKê derbas jî bûye, lê piiştî hişyarbûna wî ya li rewşa wê partiyê, bû yek ji rexnegirên diyardeyên siyaseta PKKê.