PKKê îro careke din amarên zirarên canî yên eskerê Tirk parvekirin û li gorî rêxistnê, di 3 mehên rabûrî de, 494 esker tenê li başûrê Kurdistanê hatine kuştin.
HPGê baskê leşkirî ê PKKê îro roja şemî 24/7/2021an, daxuyanî belav kir û têde hatîye gotin ku di dema 3 mehên rabûrî de, Gerîlayan, 494 esker tenê li Herêmên Parastinê ên Medya wate li Başûrê Kurdistanê kuştine.
Heger eva PKKe dibêje rast be, pêwîste kêfa her Kurdekî bi vê nûçeyê bê, lê belê her kes dizane di hemû dîroka xwe de, PKKê ev qas esker di dema 3 mehan de nekuştine.
PKKe van amarên derew bi mebest parve dike ji bo ku ji gel re bibêje va ezim Başûr di parêzim û heger ji min nebe, Tirk wê vê perçeya welat dagîr bike, lê belê ya rast PKKe sedema sereke a êrîşên dewleta Tirke li ser Başûrê Kurdistanê.