HPGê ji dest dana 4 Gerîlayên din ragihand

HPGê ji dest dana 4 Gerîlayên din ragihand

Rêxistna PKKê îro ji dest dana 4 Gerîlayên din ragihand ku li Şirnexê ya Bakurê Kurdistanê ketine ber êrîşa artêşa Tirkiyê.

HPGê îro roja çarşemî 13/10/2021ê di daxuyanîyekê de, nasnameya 4 Gerîlayên xwe aşkere kir ku li Şirnexê ya Bakurê Kurdistanê can dane.

Navên wan Gerîlayan wusaye: Kezîban Yilmaz, Emîn Yilmaz, Xelîl Elî, Zinar Sorî.

Ev 4 Gerîla li 30 tebaxa îsalê can dane, lê belê HPGê ji nûve îro hatîye û şehadeta wan ragihand.

Rêxistina PKKê ji bo çêkirina Şervanan pişt bestinê li ser revandina zarokên Kurdan ji her 4 perçeyên Kurdistanê dike, ev yêk jî ji hêla rêxistinên navdewletî hatîye tesbît kirin.