Agir berda zeviya xwe lê bi xwe şewitî

Agir berda zeviya xwe lê bi xwe şewitî

 Li navçeya Kolikê ser bi parêzgeha Semsûrê ya Bakurê Kurdistanê, zilamê agir berda pûşê zeviyê xwe di nav agir de ma û canê xwe ji dest da.

Li gundê Kilîlan ê navçeya Kolikê, Osman Yalçin ê 72 salî yê xwedî pêwîstiyên taybet (astengdar) agir berda pûşê nav zeviyê xwe. Agir zêde belav bû û gihişte daristanê tenişta zevî û Osman Yalçin di nav agir de asê ma.

Li ser agahdarkirinê, tîmên agir vemirandinê bo cihê bûyerê hatin veguhestin. Tîmên agir vemirandinê, piştî vemirandina agir termê Osman Yalçin di nav zeviyê de dîtin.

Termê Yalçin ji bo otopsiyê bo Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Semsûrê hat veguhestin.

Rûdaw