Serokê Herêma Başûrê Kurdistanê dibêje: “PKKe ji boy Herêma Kurdistanê bûye serêşîyek mezin, ev rêxistin sedema sereke a leşkerkêşîya Tirkiyê ye”.
Nêçîrvan Barzanî serokê Herêma Kurdistanê, îro roja sêşemî 26/10/2021ê di panêleke inistêtyoya “MERI” de nirxandin ji boy hilbijartinên parlmena Îraqê û her wiha leşkirkêşîya Tirkiyê kir û hinek pirsên din kir.
Nêçîrvan Barzanî got: “Pêşî ku em bibêjin dewleta Tirkiyê vî karî encam dide, pêwîste em bipirsin çima Tirkiye vê dike? Bersiv wusaye, PKKe sedema sereke a vê leşkerkêşiyê ye, ev rêxistin ji boy Herêma Başûrê Kurdistanê bûye serêşîyek mezin, li demekê ew nikare tu çalakîyan li Bakurê Kurdistanê encam bide”.
Her wiha got: “Heger PKKe van kêşeyan çêneke, li wê çaxê em dê bikarin bi zelalî û bi dengekê beriz ji Tirkiyê re bibêjin ku mafê we tune hûn êrîşa Kurdistanê bikin, lê belê rêza PKKê ji boy biryar û damezrawên Hikûmeta Başûrê Kurdistanê tune, ji destpêkê ve PKKe dijatîya hikûmet û parlmena Kurdistanê dike û li ser vî kar domdare”.
Serokê Herêma Kurdistanê, di beşeka din a axaftina xwe de go ku divê PKKê pêdaçûnê di siyaseta xwe de bike û nabe herêma Kurdistanê bike çavkanîya êrîşan li ser Tirkiyê û Îranê.
Nêçîrvan Barzanî di mijara Peymana Şengalê jî de got: “Ne tenê li sînoran, lê belê li hundir jî PKKe bûye serêş û ew sedema sereke a cî bi cî nekirina Peymana Şengalê ye”.