Tevlîbûna pêşmerge di berxwedana Kobanî de tê wateya windakirina zihniyeta peymana Lozanê

Tevlîbûna pêşmerge di berxwedana Kobanî de tê wateya windakirina zihniyeta peymana Lozanê

Îro 28ê Cotmehê ye, 7 sal berê di rojeke weke îro de bi fermana Serok Mesûd Barzanî, hêzên pêşmerge ji bo şerê li dijî DAIŞ’ê û piştevanîkirina hêzên Kurdistanîyên li Rojava derbasî Kobanê bû.

Roja 28ê Cotmeha 2014an, hêzên pêşmerge ji deriyê sînorîyê Îbrahîm Xelîl – Xabûrê derbasî Bakurê Kurdistanê bûn û piştre di bin êrîşa DAIŞ’ê de derbasî Kobanê bûn.

Her çend hin derdora dixwestin derbasbûna pêşmerge bo Rojava bêwate bikin û wek gavek hêsan bidin nasîn, lê ya ku di rastiyê de pêk hat, tê wateya îflasa siyaseta kolonyalîsta Kurdistanê ku di sedsala 20an de ji boy çar perçeyên Kurdistanê hat piştguhkirin. Piştî sed salan parçeyeke kurdistanê bi fermî destê alîkariyê dirêjî parçeyeke din a kurdistanê kir. Ji bo vê yekê jî di 16ê Cotmehê de parlamentoya Kurdistanê bi fermî avakirina statoya kurdên rojava nas kir. Li ser vê îtîrafê çûna hêzên pêşmerge bo Kobanî hat misogerkirin. Ev derketin dihat wateya redkirina çarenûsa ku ji bo kurdan hatiye diyarkirin.

Em dikarin bibêjin ku çûna pêşmerge bo Kobanî tê wateya ku kurdan peymana Lozanê û siyaseta Lozanê têk bir. Tê wateya red kirina parçebûna sed salan. Ji bo vê jî xeta ku divê kurd biparêzin xeta “pêşmergeyan dişîne Kobanê”ye. Yê ku ev kir, Serokê Herêma Kurdistanê yê wê demê Mesûd Barzanî bû. Barzanî lîstika li hemberî kurdan dît û ji bo têkbirina lîstikê gelek rîsk kir û di berjewendiya neteweya kurd de berpirsyariya çareserkirina pirsgirêka Kobanê girt ser xwe. Wî hemû hêz û ezmûna xweya diplomatîk ji bo alîkarî û destwerdana Kobanê bikar anî, ne tenê hêzên pêşmerge, her wiha hêzên hevpeymaniya navdewletî ya li dijî DAIŞ’ê jî destwerdan kirin.

Barzanî di axaftina xweya ji bo pêşmergeyên ku çûne Kobanê de girîngiya Kobanî ji bo kurdan wiha anî ziman: “dibe ku ti yek ji we venegere û hûn tev şehîd bibin. Lê ev kurdperwerî ye, çareya me ya din nemaye, divê em axa xwe û gelê xwe biparêzin.”

Pêvajoya çûna pêşmerge

Yekemîn lîwaya pêşmerge ya di bin fermandariya Ebdulqehar Doskî de bi çekên giran ve di 31ê Cotmeha 2014ê de ji bo şerê li dijî DAIŞ’ê derbasî Kobanê bû.

Hêzên pêşmerge ku heta paqijkirina Kobanê bi temamî ji terorîstên DAIŞ’ê li wir mabûn, piştî 26ê çileya 2015an dest bi vegera bo herêma Kurdistanê kirin.

Lîwaya yekem a hêzên pêşmerge di 28ê cotmehê de, lîwaya duyem di 3ê Kanûnê de û lîwaya sêyem jî di 15ê çile de gihîştin Kobanê. Li her bajarê ku karwanê pêşmergeyan ji Bakurê Kurdistanê derbas dibû, kurdan bi alayên Kurdistanê û fîşekên hewayî pêşwaziya pêşmerge kirin.

Mesûd Barzanî bi helkefta rizgarkirina Kobanî ji destê DAIŞ’ê peyamek belav kir û wiha got: “îro xebera rizgarkirina kobanê gihîşt destê me. Vê nûçeyê her Kurdistanî û azadîxwazek kêfxweş kir. Ev serkeftin serkeftina hemû gelê Kurdistanê ye. Serkeftina mirovahiyê ya li dijî hovîtiya terorê ye.